Herî kêm 7 kes cane xwe ji dest dan
Hat ragihandin teqîn li Peşavere Pakistanê di dema dersdayînê de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber teqîna ku pêk hat zêdetirî 80 kesî birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Polêsê Pakistanê derbarê mijarê de destnîşan kir, çantaya ku bombe tê de bû ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyar e be hat danîn hundirê medresê.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin piştî ku çend deqîqe ji ser danîna çantê derbas bû re bombe teqîya.
Muhammed Alî Gandapurê Şefê Polêsan a Peşaverê destnîşan kir, êrîş bi 6 kîlo bombeyan hat kirin.(ÎLKHA)
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.