Hêzên Hafter dest danîn li ser keştîya Tirkîyê
Hêzên Hafter li Lîbyayê dest danîn li ser keştîyeke Tirkîyê ya ku ala Jamaîka li ser bû û diçû Bendera Mîstara.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Çapamenîyê ya Hêzên Neteweyî ya Lîbyayê ya ku girêdayê Hafter e daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; dest hat danîn li ser keştîyeke Tirkîyê ya ku ala Jamaîka li ser bû û diçû Bendera Mîstara.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di keştîya ku dest hat danîn li ser de derman hebûn û niha rewşa murettebata keştîyê baş e.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.