Hîva Sor a Fîlîstînê: Rejîma sîyonîst ambûlansan hedef digre
Hîva Sor a Filistînê ragihand ku ji ber hedefgirtina ambûlansan a rejîma îşxalker a siyonîst gihîştina şehîd û birîndaran zehmet e.
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku li Xezzeyê 18 ambûlansên saziyê hene û ji van 9 ambûlansan ji ber nebûna sotemeniyê nikarin xizmetê bidin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 7 ambûlansên ku niha tên bikaranîn, di saetên pêş de ji ber ku sotemenî bi dawî dibe, di bin xetereya nexebitiyê de ne û weha hat gotin, "Tîmên me şahidiya gelek kuştî û birîndaran dikin, lê zehmetî dikişînin. Ji ber ku Îsraîl êrîşî ambûlansên ku nêzî herêmê diçin dike di gihandina mirî û birîndar de zehmetî tê kişandin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.