HUDA PAR: Divê li Silopîyê herêma ticareta serbest bê sazkirin

HUDA PAR: Divê li Silopîyê herêma ticareta serbest bê sazkirin

Ji teref HUDA PARê ve derheqê rojeva hûndir û derveyî welêt de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê derîyên sînor ên li ser sînora Herêma Kurdistanê de nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Li Derîyê Sînor a Xabûrê ji bo kontrola pasaportan bes polêsek dixebite”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin, li derîyên sînor karên têketin û derketinê pir giran derbas dibin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Li Derîyê Sînor a Xabûrê ji bo kontrola pasaportan bes polêsek dixebite. Ji ber vê yekê kirarî bi seatan berdawam dikin ku ev yek jî dibin sedem ku bi hezaran însanên ku di nav de zarok, pîrek û kesên îxtîyar jî di nav mexdûr bibin. Ev yek di nezera welatîyên her du welatan de dibe sedema tiştekî menfî. Divê di her 4 gîşeyên derbasbûnê de jî wezîfedar hebin da ku pêşîya mexdûrîyetan bê girtin. “

“Divê li Silopîyê herêma ticareta serbest bê sazkirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Iraq nexasim jî Herêma Kurdistanê gelek zêde tiştan ji Tirkîyeyê dikire û ticaretê dike ku di sala 2021ê de Iraq bû welatê 4emîn ku herî zêde tiştan ji Tirkîyê standiye ku qiymeta wê 11 milyar û 133 milyon dolar e. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di nav welatên cîran de ê ku herî zêde bi Tirkîyê re ticaretê dike Iraq e. Ji bilî vê yekê di navbera însanên her du welatên ku bi sînorên sûnî hatine parçekirin de di warê dîrok, çand, pêwendî û nasbûnê de pêwendîyeke bi hêz heye. Jiber vê yekê di navbera her du welatan de pêwedîyeke mecbûrî û giran heye. Di talîyê de tê dîtin ku derîyê sînor a mewcûd karan hêsan nake ku ev yek tê zanîn hêj dawî li mexdûrîyet û ezîyeta însanan nayê anîn. Divê em mesele demildest bê çareserkirin, derbasbûn bên hêsankirin û ehemîyet ji ticareta sînor re bê dayîn. Her wisa ew mesele Derîyê Sînor a Derecikê ya li Colemêrgê ya ku bûye mîna çîroka qulingê demildest bê çareserkirin û divê li Silopîyê herêma ticareta serbest bê sazkirin.”

Êrîşa li Pakistanê li camîyê hat kirin

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di 4ê Adarê de roja înê di dema derketina nimêja înê de li Peşawara Pakistanê êrîşa bi bombeyî li camîyê hat kirin ku di wê êrîşê de herî kêm 63 kes hatin qetilkirin û nêzî 200 kesan jî birîndar bûn.Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di heyama ku tê de herî zêde pêdivî bi yekîtî û wehdetê heye de ev êrîş bi mebesta derxistina fitneyê hat kirin ku em vê yekê bi dijwarî tel’în dikin. Divê ew têtikkêşên dest bi xwîn û ew hêzên di pey wan de demildest bên tespîtkirin û ji bo cardin êrîşên bi vî awayî neyên kirin hikûmeta Pakistanê tedbîrên pêwîst bên standin. Em ji Xwedê ji bo wan Mislimanên canê xwe ji dest dane rehmet û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikin. Her wisa em ji bo gelê Pakistanê xemgînî û sersaxîyên xwe tînin zimên."(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.