HUDA PAR: Sedema polîtîkayên ku bi îftîrayan li dijî partîya me têne kirin sekina me ya li hember wehşetîya sîyonîstan e!

HUDA PAR: Sedema polîtîkayên ku bi îftîrayan li dijî partîya me têne kirin sekina me ya li hember wehşetîya sîyonîstan e!

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hindir û derve de nirxandina partîyê hat belavkirin.

Di nirxandina ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku piştî pêşnîyaza qanûnê ku ew teklîf kiribûn bila welatîyên ku diçin îsraîlê û li wê derê beşdarî sûca qirkirinê dibin ji welatîyê bêne derxistin, ji teref aparatên wesayetên kurewî ve partîya wan tê hedefgirtin.

Di nirxandinê de weha hat gotin:

“Partîya me ya ku li hember wehşeta îsraîla sîyonîst disekine, di her rewşê de bi xelkê Fîlîstînê re piştgirîyê dike, di nav çend mehên dawîn de bûye hedefa hêzên veşartî yên welatê me ya sîyonîzmê. Aparatên hêzên wesayetên kurewî ku ji piştî salekî damezrandina partîya me bi sîstematîkî dest bi êrîşî partîya me kirine, piştî pêşnûmaya qanûnê ya ku me ji bo welatîyên duhemwelatîyan dabû ew gelek har bûn. DEM û CHPê ji hevdîtina teklîfa me ya qanûnê re rayên redê avêtibûn piştî vê teklîfê, li dijî partîya me kampanyaya provokatîf, îftîra û heqaretan dan destpêkirin.

PKKyê rêxistina terorê ya wehşî û zirneya wî DEM û CHPê ev bû 40 sal e zarokên Kurdan ge bi navê sosyalîzmê ge jî ji bo emperyalîzma Emrîqayê dide kuştin, wan dikin nav çal û çelikan, Ji bona ku ji meseleya cînayeta ku li Dîyarbekirê pêk hatîye menfeatan bidestbixin sînorên însanîyet û wijdanê derbas kirin û dest bi daxuyanîyên derew û îftîrayan kirin, ew hêj vê sîyaseta xwe didomînin. Yek sebeba van êrîşan hene ku li dijî partîya me HUDA PARê tê kirin ew jî sekina partîya me ya li dijî wehşên sîyonîst in.”

“Çawa ku em şebekeya terorê ya sîyonîstan bi tiştekî nahesibînin cehşên wan ên li ser van axan jî ciddî nagirin”

Di nirxandina ku derheqê kampanyayên li ser cînayeta Narînê li partîya wan tê kirin de îfadeyên dijwar hat bikaranîtin de weha hat gotin, “Nivîskarên çepgirên Tirkên marjînal ên PKK, DEM, CHPê ku wesfê rojnamegerîyê li ser wan in û li ser Kurdan rojên xwe derbas dikin, bi emrên ku ji îsraîla qirker girtine ji bona ku cînayeta Narîn li ser HUDA PARê bihêlin bi dehcaran ketin nav rewşa “evdalên zêhnî”. Bila van evdalan baş bizanibin ku! Çawa ku em şebekeya terorê ya sîyonîstan bi tiştekî nahesibînin cehşên wan ên li ser van axan jî ciddî nagirin. Em dizanin ku em ê sibe disbe jî bi derewên dinê bêne hedefgirtin lê hûn jî vêya baş zanibin ku HUDA PAR, ji tu dengekî bêexlaq re ji ber ku dengê wan zêde derdikeve serê xwe natewîne û wê netewîne jî! Em careke din jî îfade dikin ku em dev ji parastina mafên xelkê Fîlîstînê bernadin.”

Di berdewama nirxandinê de ev gotina balkêş hat îfadekirin, “CHP û çepgirên Kurd, di sûcên li dijî zarok an jî pîrekan de fatoreyê ji Îslama mûbîn re dibirin. Derdê wan ê eslî çi parastina zarok e çi jî pîrek e, derdê wan bi Îslamê re ye.”

“Tenê axên Xezzeyê dûçarê îşxalê nabe her piçika axên Fîlîstînê dûçarê îşxal û qetlîamê dibe”

Derheqê vê meseleyê de herî dawîn weha hat gotin, “Hejmarê şehîdan a li Xezzeyê ku rejîma îşxalker ev bû 11 meh e qetlîamên xwe didomîne her roj ku diçe zêde dibe. Navendên sazîyên navneteweyî û herêmên ku têne îdîakirin cîhên ewlene bi fuzeyan têne hedefgirtin û bi dehan însan bi wehşîyane têne qetilkirin. Tenê axên Xezzeyê dûçarê îşxalê nabe her piçika axên Fîlîstînê dûçarê îşxal û qetlîamê dibe.

Rejîma îşxalker a ku ji qirkirina wî ya li Xezzeyê û îşxala wî ya li Fîlîstînê re deng nayê derxistin, êrîşên xwe derdixe derveyê sînor û Sûrîyeyê jî kirîye bin hedefa êrîşên xwe, li dijî Libnanê jî dest bi hazirîyên îşxala bejahîyê kirine. Rejîma îşxalker a ku desthilatdarîya welatan tune hesab dike, tu qural û qaîdeyan nas nake, plan dike ku hemî herêmê bike nav gola xwînê û li gorî menfeatên xwe wan bike rêzê. Hinek welat jî bi bêdengîyên xwe û tew bi destekên xwe yên ji sîyonîstan re dibin hevparê vê tiştê.”

“Divê ji bo li ser axên Fîlîstînê re bi tevî rejîma sîyonîst ji tu hêzekî biyanî re îzîn neyê dayîn”

Di nirxandina rojevê de bal hat kişandin ku divê ji bo li ser axên Fîlîstînê re bi tevî rejîma sîyonîst ji tu hêzekî biyanî re îzîn neyê dayîn, “Di çarçoveya vê meseleyê de ji teref Îmarata ku Emrîqa wê wezîfedar kirîye ve ji bona ku ji herêma navbera Xezze û Misirê ku bi navê ‘Eksena Selaheddîn’ tê naskirin re ‘Hêzên Erep’ yên hevpar bêne bicîhkirin dîplomasîya sîyasî tê meşandin. Ev teşebûs bi plana sîyonîstan ku di meha Kanûnê de anîtibûn rojevê re wek hev e û Îmarat jî bi vê xebatê dixwaze ku menfeatên rejîma sîyonîst biparêze. Divê Misir vê plana ku ji bo menfeata îşxalkeran re ye bi zelalî red bike. Divê ji bo li ser axên Fîlîstînê re bi tevî rejîma sîyonîst ji tu hêzekî biyanî re îzîn neyê dayîn.”

“Divê welatên herêmê ku her cîhê axê wan ji îşxalkeran re bûye hedefek ji vê durûtîyê re bi şekleke qewet bibêje bisekine”

Di nirxandina rojevê de bûyera Ayşenûr Ezgî Eygî jî hat qalkirin, hişyarî da ku ew ê ev îşxal û qetlîamên ku hatîye nêzê Libnan û Sûrîyeyê wê belavê herêmê bibe û dûre weha hat îfadekirin:

“Serokê Emrîqayê Biden ku fînansorê qirkirinê ye derheqê Eyşenûr Ezgî Eygî ku welatîya wê ya Emrîqayê heye û li Şerîaya Rojavaya îşxalkirî ji teref sîyonîstan ve hatîye qetilkirin de weha got, ‘Wisa xuya dike ku ev qezayekî bû, gule ji erdê dipeke û bêhemdî li wê ketîye’ Biden bi vê daxuyanîya xwe cardin polîtîqaya xwe ya ku destekê dide qirkirinê nîşan daye. Ji Emrîqaya ku welatîyên xwe naparêze û diçe menfeatên rejîma îşxalker diparêze re bawer nayê kirin ku li Xezzeyê agirbestê çêbike, ji xwe bev bawerî jî tiştekî biken e. Divê welatên herêmê ku her cîhê axê wan ji îşxalkeran re bûye hedefek û sazîyên navneteweyî ji vê durûtî, qetlîam û bêîstîqrarîyê re bi şekleke qewet bibêje bisekine. Ango qetlîam û îşxala ku hêdî hêdî nêzê Sûrîye û Libnanê hatîye ew ê belavê herêmê bibe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.