HUDA PAR: Xezze, kela dawîn a parastina Fîlîstînê ye
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli ku ji qetlîam û qirqirina rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê re bertek nîşan da weha pirsî, “Ecêb ji bona ku dinya ji ev qetlîamê re deng derxe û ji bona ku ji ev zilmê re bibêje bisekine lazim e ku çend hezar însan bimirin?”
Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di civîna çapemenîy a ku li Meclîsê li dar xist de, ji qetlîam û qirqirina rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê re bertek nîşan da.
Ramanli destnîşan kir ku ji mehekî zêdetir e qetlîama ku li Xezzeyê tê kirin tê axavtin û dûre weha got, “Ji 10 hezarî zêdetir însan hatin qetilkirin, hatin şehîdkirin. Mixabin piranîya vana zarok û pîrek in… Hêna jî dinya ji ev qetlîamê re dengê xwe bilind nekirîye û midexele nekirîye. Ecêb ji bona ku dinya ji ev qetlîamê re deng derxe û ji bona ku ji ev zilmê re bibêje bisekine lazim e ku çend hezar însan bimirin. Lazim e ku çend hezar zarok bên qetilkirin, lazim e çend hezar pîrek di bin kavilan de bên derxistin? Lazim e hêj çend tax bên tunekirin? Lazim e ku çend avahî bên xerakirin?”
“Lazim e ku hikûmetan gavên ku ji zilmê re bibêje ‘bisekine’ bavêjin”
Ramanli dûre weha got, “Ev şerm, şerma însanîyetê ye. Ti ferqa dîn û zimanê tineye, ev eyb û şerma hemû kesan e. Hemû kes hevparê ev şermê ye û mixabin dest û nigên me jî girêdayîne û em qirqirina birayên xwe yên Misilmanan temaşe dikin. Tew em carna lê nanêrin jî. Lazim e ku hikûmetên me gavên ku ji ev zilmê re bibêjin ‘bisekine’ bavêjin, ji piştgirîya birayên me yên Fîlîstînîyan re bibin alîkar, lê mixabin di cîhê hemû van tiştan de hêna jî bi sîyonîstan re tîcaretê dikin û dîplomasîyê dikin. Sîyonîstan xûşk û birayên me yên Misilmanan bêav, bêxwarin û bêceryan hêştine, lê ji bendavên me bi navbeynkarîya me ji sîyonîstan re desteka sebze, mêwe û sotemenîyê tê kirin. Ger ku em xûşk û birayên hev ên Misilman bin, ger ku bi rastî em li cem mezluman bin, eger em bi çek, tank û topên xwe nikaribin ji vê zilmê re bibêjin ‘bisekine’, ma gelo em nikarin zilma zalim re jî astengîyê derxînin, em vê tiştê ji we dixwazin.”
“Gelo sotemenî û xwarina rejîma îşxalker ji Tirkîyeyê diçe”
Ramanli axavtina xwe weha domand, “Hefteya borî me meseleya ji Tirkîyeyê çûndina sotemenî û xwarinê anîtibû rojevê lê hêna jî ji raya giştî re tiştekî nehatîye gotin û îfadekirin. Birastî jî gelo sotemenîya balafirên ku ji birayên me, zarok û bebikan re bombeyan davêjin ji welatê me diçe? An jî naçe? Divê di vê meseleyê de hûn agahîyek bidin.”
“Em naxwazin ku bila welatê me ewlehîya sîyonîstan bike”
Ramanli derheqê meseleya ku li Baregeha Încîrlîka Edeneyê pêk hatin de jî axivî û weha axavtina xwe zêde kir, “Hefteya borî sazîyên civakî ya sîvîl, ji bona ku Baregeha Încîrlîkê ku wisa difikirin ew ewlehîya Emrîqayê dike û Emrîqa jî destek û alîkarîya sîyonîstan dike bê girtin. Û ji bona ev tiştê jî bernameyekî cuda lidarxistin. Ji çar alîyê Tirkîyeyê welatîyên me bi wesayîtên xwe çûn li wê derê. Lê dîmena ku wan pêşwazî kir ava panzêran, bombeya îsotê û mexdûrkirina zarok û pîrekan bû. Em naxwazin ku bila welatê me ne di pozîsyona parastina sîyonîstan de be. Xelkê me jî vê tiştê naxwaze. Em wisa bawer dikin ku ev xessesîyeta derheqê meseleya Fîlîstînê de ku bi me re heye bi hikûmeta me re jî heye. Ev tişt bi Serokkomarê me re jî heye. Lê êdî wext hatîye ku gerek gavên bi çavan tên dîtin bên avêtin. Heta kengî em ê neavêtina gavên ku li ber çavan bên dîtin bidomînin? Heta ku ti zarokek nemîne em ê bisekinin? Heta ku li Xezzeyê pîrekên ku werin qetilkirin nemînin wê bisekinin? Em bi tevî xelkê xwe di çarçoveya daîreya meşrû de daxwazin xwe bînin ziman. Em di vê meseleyê de biqerar in û em ê van dawxazên xwe bidomînin.”
“Em welatekî ku protestoyên bi aştîxwaz bi girtinan encam dibe naxwazin”
Ramanli zîyareta Blînken jî nirxand û weha got, “Sefîrê Emrîqayê a hamîya mezin a sîyonîstan hat welatê me. Me xwe bi binçavkirina aktîvîsta ku ev meseleyê protesto dike re dît. Em welatekî ku xwepêşandanên aştî û protestoyên aştî ên ku tênê lidarxistin bi binçavkirinê encam dibe naxwazin. Tiştê ku em dixwazin ev e ku bila ji wan sîyonîstên ku xûşk û birayên me qetil dikin re mueyyîde bên kirin.”
“Xezze, kela dawîn a parastina Fîlîstînê ye”
Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em banga xwe ya ji hikûmetê re cardin nû dikin. Xezze, qeleya dawîn a parastina Fîlîstînê ye. Êdî hêvîya ti kesê tineye ku ji Ramallah û Şerîaya Rojava li hember îşxalê berxwedanekî tesîrdar bê kirin. Ew ê ku tenê welatê xwe û axên xwe biparêze Xezze ye. Hikûmeta tenê Hamas e. 57 welatên Îslamê hene, hebekî wan jî nikarin ji xûşk û birayên me yên Fîlîstînê re tasekî avê bidin.”
“Daxwazekî tenê ji Tirkîyeyê tê westin heye ku bila pêşîya qetilkirina mesuman bê girtin.”
Ramanli weha axivî, “Çend rojên borî me di rojevê de dît ku ji nexweşxaneya ku li Xezzeyê ye re û ew nexweşxane ji teref Urdunê ve tê fînansekirin û bi paraşutan alîkarîya tibbî hat şîyandin. Tirkîye qet qet zêdetirî vêya dikare bike. Tirkîye xwedîyê vê îmkanê ye. Ti kes ji Tirkîyeyê naxwaze ku bila mehmetçîka xwe ji Xezzeyê re bişîne û bila li wê derê bide herbkirinê. Fîlîstînîyan jî ev tiştê naxwazin. Tiştê ku ji Tirkîyeyê tê xwestin tenê ev e ku bila pêşîya qetlîaman bên girtin. Ger ku em nikarin ev tiştê jî bikin wê çaxê însanîyet li ku derê maye, biratî li ku derê maye, Misilmantî li ku derê maye?”
“Bêtesîrkirina HAMASê ketina qeleya dawîn a li Fîlîstînê ye”
Serkan Ramanli weha got, “Em hemûyan zanin ku Wezîrê Karên Derve yê Emrîqayê Blînken derketîye gera herêmê. Di gelek welatan de bi hevkarên xwe re hevdîtinê kir. Di vê çarçoveyê de hat Tirkîyeyê, lê hûrgilîyên hevdîtinê nehatin parvekirin. Lê ger ku gotinên di medyayê de derbas dibin rast bin ku tê gotin Xezze bila bê bêînsankirin, bê parçekirin û HAMAS bê bêtesîrkirin, lê bila bê zanîn ku bêtesîrkirina HAMASê ketina qeleya dawîn a li Fîlîstînê ye. Kî ku ji ev planê re ortaxîyê bike an jî alîkarîyê bike bila zanibe ku ew ji doza Fîlîstînê re îxanetê dike. Çîmkî li wê derê birebeveberîyekî ku axên xwe, welatê xwe û însanê xwe diparêze heye. Li wê derê wek ku Serokkomarê me got Komekî Micahîdan heye. Ti ferqa wan ji Kuwayî Mîllîye ku di dema Herba Xelasîya me de hebûn ve tineye. Lazim e ku em vê meseleyê bi vê şeklê binirxinînin.”
“Ger ku xêra şeklên dayîna pereyan ji sîyonîstan re hebe lazim e ku em vê tiştê asteng bikin”
Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ger ku sîstema dayîna danûstandinên me ji Cihûyî û sîyonîstên li wê derê re feydeya wê hebe, lazim e ku em vê tiştê asteng bikin. Ger ku alternatîfa vêya hebe divê em wê alternatîfê bikarbînin. Lê ez wisa bawerim ku serê xelkê me jî wek me li hev ketîye di vê meseleya sîstemê de. Ger ku ev sîstema ku dibêjin derbasî troyê bibin, ji welatê me re feydeya wî hebe û ji cîhûyî û sîyonîstan re feydeya wê tinebe lazim e ku em derbasî troyê bibin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.