HUDA PARê, bi sedan hesabên ku partîya wan bi derewan hedef girtine da mehkemê

HUDA PARê, bi sedan hesabên ku partîya wan bi derewan hedef girtine da mehkemê

Serokatîya Karên Hiqûq û Mafên Însan a HUDA PARê, daxuyand ku ew bi sedan hesabên ku partîya wan bi derewan hedef girtine da mehkemê.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîyê ve hat belavkirin de weha hat bibîrxistin, “Bêyî ku tu prensîbên însanî û exlaqî li ber çavan bigirin, li ser keça me ya biçûk Narîn Gûran a ku hat qetilkirin; Berê jî der barê nûçe û nûçeyên ku partî û rêveberên wê hedef digirin de, ku heqaret, îftîra, reşkirin û êrîşa li ser mafên şexsî ne, dozên hiqûqî hatibûn destpêkirin.”

Dûre di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Dûre jî parvekirinên divê warî de hatibûn kirin, li ser şîroveyên ku destekê didin, retweet û xeberan ji Serokdozgerîya Komarîya Dîyarbekir, Stenbol û Enqereyê re derheqê bi sedan şikdaran de; ji bona ku ji sûcên heqaret (TCK 125), îftîra (TCK 267), tehrîqkirina dijminantî û kînê a ji xelkê re an jî biçûkxistin (TCK m. 216/1-2-3), Belavkirina Bi Eşkere Agahîyên Derew ya Xelkê (TCK 217/A) cezayê bigrin ji mehkemeyê re hatine dayîn.”

Di dawîya daxuyanîyê de weha bal hat kişandin, “Têkoşîna hiqûqî ya li dijî postên bi vî rengî yên bêbingeh û bi tevahî rûreş û kiryarên wan dê bidome." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.