Îran: Tankêrên neftê yên ku Amerîka dest danî li ser wan ne yên me ne
Îranê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew tankêrên neftê yên ku Amerîka dest danî li ser wan ne aîdî wan in.
Hojat Soltanîyê Sefîrê Caracas ê Îranê derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Soltanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Ne keştî yê Îranê ne û ne jî xwedîyê keştîyê Îranî ne. Tu eleqeya wan bi Îranê re tune ye.”
Hat ragihandin tankêrên ku Amerîka dest danî li ser aîdî şîrketeke bi navê Vîenna LTD û Palermo SA yê ku ku navenda wê li Yunanistanê ye ne.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.