“Îro li hember zilmê roja bûyîna yek milet û yek ummetê ye”
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê bi armanca desteka berxwedanê daxuyanîya çapemenîyê hat lidarxistin, di çapemenîyê de bal li ser yekîtîyê hat kişandin û hat xwestin ku bila meydan vala neynê hêştin.
Xelkê Dîyarbekirê yê ji banga HAMASê ku gotibû derkevin derve û meydanan dengên xwe zêde bilind bikin re bêdeng neman û derketin meydanan, ji ber vê yekê xelkê Dîyarbekirê beşdarî daxuyanîya çapemenîyê a ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Yenîşehîra Dîyarbekirê hat lidarxistin bûn.
Daxuyanîya çapemenîyê ê ku piştî nimêja Înê li ber Plazaya AZCyê hat tertîpkirin, bi xwendina Quranê ê ji teref Ammar Zeren ve hat xwendin dest pê kir.
Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Alîkarê Serokê Bajara Dîyarbekirê yê HUDA PARê Yahya Ograş ve hat xwendin.
Ograş di daxuyanîyê de bal kişand ku Quds û Mescîdî Eqsa ji bo Misilmanan ne tenê axekî normal e, ew der ji bo Misilmanan bi tevî ku qîbleya ewil e cîhê ku Pêxemberê me li wê derê derketîye Mîracê ye û ew der navenda aqîdeya Tewhîdê bûye. Ograş weha got; doza Fîlîstîn, Quds û Mescîdî Eqsayê dozekî bawerî û îmanê ye.
Ograş di berdewama axavtina xwe de weha got: “Mekke, Medîne, Ke’be û Mescîdî Nebewî çiqas ji bo Misilmanan biqîmet û pîroz be di heman şeklê de Fîlîstîn, Quds û Mescîdî Eqsa jî ji bo Misilmanan ewqas pîroz e. Îro li Fîlîstînê, Qudsê û Mescîdî Eqsayê bawerî û pîrozîyên Misilmanan di bin postalên îşxalkerên sîyonîstan de tênê ecikandin û qirêjkirin. Xwedîderketina ji van pîrozîyên me re qasî nimêj û rojîyê îbadetekî ye. Quds û Mescîdî Eqsa namus û îzzeta ummetê ye. Em jî li cem tevgera berxwedanê yê ku namus û îzzeta ummetê mihafeze dike ne.”
“Ger ku kufur yek millet be em Misilman jî yek millet in”
Ograş di berdewama daxuyanîyê de weha got, “Îro wan çeteyên sîyonîstan, di êrîşên xwe yên ku qaşo ew HAMASê hedef digrin de, li ber çavên dinyayê her roj sûcên herbê bi kar tînin û ji ev sûcên wan re jî şeytanê mezin Emrîqa û welatên dinê yên rojavayê jî ji bo destekê di pileya serokê dewletê de zîyaretan li dar dixin. Bi vê şeklê serokên rojavayê ên ku ji însanîyetê para xwe nestandine ji bo hinek menfeatên xwe, bi vekirî û eşkere di sefên zalim de cîh digrin, em jî sefgirtina li cem mezluman wek îzzet û şerefê dinirxînin û bi vê şeklê dibêjin; Ger ku kufur yek millet be em Misilmanan jî yek millet in.”
Ograş di berdewama daxuyanîyê de bang li xelkên Misilmanan jî kir û weha got, “Li hember ev zilmên ku tên kirin, banga me ya ji xelkê me re ev e; meydanan vala nehêlin, ji berxwedana Fîlîstînê re bênavber alîkarîyên xwe yên meddî bidomînin, ji malên sîyonîst û alîgirên wan re boykotekî bêdem bikarbînin. Di vê xisûsê de bila dikandarên me jî ji fîrmayên ku destekê didin sîyonîstan re danûstandinê nekin û malên wan nefiroşin.”
Ograş, “Banga me ya ji xelkên Sûrîye, Urdin, Misir û Libnan ên ku sînorên wan ji Fîlîstînê re hene re ev e; heta ku ev zilm berdewam bike çûndina ji sînoran re, nobedgirtina li wê derê, gihandina alîkarî û destekên xwe bidomînin û hemû micadeleyê bikarbînin. Banga me ya ji sîyonîstên îşxalkeran re jî ev e; wan axên ku we îşxal kirîye yê Fîlîstînîyan e. Hûn ji kîjan welatê hatine ji wê welatê re vegerin. Çîmkî axên Fîlîstînê wê ti dem ji we re nebe welat û hûn ê tu dem li wê derê di nav ewlehîyê de nebin.”
Ograş ji hemû serok û îdarevanên welatên Îslamê re bang kir û daxwazîyên xwe jî weha da rêzê:
“1- Bi lezgînî û pêşîvanî divê eblûqeya ku li ser Kompleksa Tip a El Şîfaya Xezzeyê ye bê rakirin û lazimatîyên zarurî bên bicîhanîtin. Nexwe ew ê 7 hezar kes ên ku di nav kompleksê de asê mane wê ji ber tinebûna derman, ceryan, av û xwarinê bi mirina komî re rûbirû bimînin. Ku agahîyên dawîn ên ku niha tênê jî lezgînîya meseleyê dide ber çavên me.
2- Di bin pêşengîya Tirkîyeyê de qorîdorekî alîkarîyê anjî fîloyekî behrê divê derkeve rê. Ji vê fîloyê re jî tenê welatên Îslamê na, kîjan welat heye ku xwedîyê wijdan e û bi hestyar e divê ji vê tiştê re beşdarî bibe. Divê ewlehîya ev fîloyê jî bê bikaranîtin û ji Xezzeyê re were şîyandin.
3- Hemû baregehên Emrîqayê bi tevî Încîrlîk û Kûrecîkê herî kêm heta ku ev wehşet dawî bibe divê bê girtin, hemû fealîyetên ev baregehan jî heta van êrîşan berdewam bikin bên sekinandin. Di demeke kurt de jî ji bo girtina vana ya mayînde bê rojevê.
4- Benderên behr û hewayê jî ji hemû keştî û balafirên sîyonîstan re divê bên girtin. Hemû sewqîyatên tîcarî an jî leşkerî yên ku ji îsraîlê re tê kirin bên sekinandin, ji eyb û şermbûna tedarîkvanbûna ji sîyonîstên ku xelkê Xezzeyê bêav, bêderman û bêxwarin hêştîye re jî bê xelasbûn.
5- Ji çûndina sîyonîstên ku hemwelîtîtîyên Tirkîyeyê ne û diçin axên Fîlîstînê û beşdarî qirqirinê dibin re jî astengî bê derxistin, yên ku çûne jî ji sûca ku li hember însanîyetê hatîye kirin bên darazandin, ji malên wan re dest bê dayîn û ji welatîtîyê bên derxistin.
Divê gavên ciddî yên ku êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîstan bide sekinandin bên avêtin. Çîmkî îsraîlê sîyonîst ku ji şermezarkirinê fêhm nake, ji ev êrîşên hovane ku navê herbê dane serê û li gorî hiqûqa herbê jî bi tu şeklê hereketê nake. Ji ber vê yekê gerek ji îsraîlê re bi zimanê ku jê fêhm dike bersiv bê dayîn, mueyyîdeyên zelal û tekûz bên tetbîqekirin.
Em ji li vê derê ji serok û îdarevanên welatên Îslamê re xeyn ji xêr û başîtîyê tiştekî nabêjin. Em ê di her şert û mercê de naskirina heqîyê wek heq, xerabî û batilê jî wek xerabî û batil bidomînin. Xwedayê min tu şahid be, em barê ku li ser milê me dikeve ji wan re dibêjin û carekî dinê be jî bi dengekî bilind dibêjin; em bi canê xwe, malê xwe û ewlad û îyalê xwe li cem qîbla me ya ewil Mescîdî Eqsa û xûşk û birayên xwe yên Misilmanan e. Em li cem hemû çalakîya meşrû yên ku diçe azadîya Fîlîstîn û Mescîdî Eqsayê ne û ji wan çalakîyan re destekê didin. Em di vê rê de ji hemû fedekarîya ku li para me dikeve re amade ne.”
Daxuyanîya çapemenîyê bi xwendina duayê ê ji teref Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Nazim Şîmşek ve hat xwendin dawî bû. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.