“Ji ber ku dersa Qur’anê dida hat şehîdkirin”
Hevalên Ethem Turkbenê ku ji teref PKKyîyan ve hatibû qetilkirin destnîşan kirin ku Ethem ji ber ku dersa Qur’anê dida ji teref PKKyîyan ve hat qetilkirin.
Ethem Turkben ê ku li navçeya Seyhana Edenê dijîya, di mala xwe de li ber çavên zarokên xwe ji teref kesên PKKyî ve hatibû qetilkirin.
Hevalên Ethemî di derbarê Ethem û jiyana wî de wiha destnîşan kirin: “Ethem her tim nimêjên xwe li camîyê bi cemeat dikir û li camîyê dersa Qur’anê dida zarokan. Ji ber ku dersa Qur’anê dida ji teref kesên PKKyîyan ve tehdîd lê dihat kirin. Piştî van tehdîdan jî wî şehîd kirin.”
Adnan Kaplan ê ku hevalê Ethem Turkbenî ye di derbarê Ethem de wiha ragihand: “ Piştî bûyerên Sirûcê 2 roja, kesên PKKyî li taxê dest bi çalakîyan kirin. Hevalê me Ethem jî di heman demê jî ji bona nimêjê diçê camîyê. Piştî ku nimêja xwe dike derbasî mala xwe dibe. Dema ku ew û malbata xwe li ser sifra xwarinê rûdinin, ji nişka ve 3 kesên rûyên wan nuximandî têketine hundir. Dema ku ew her 3 kes dikevin hundir di ser sifra xwarinê de Ethem li ber çavên zarok û xanima wî qetil dikin. Dema ku Ethem bi derbeya guleyan dikeve erdê şehadete tîne. Dema ku Ethem dikeve erdê xanima wî derdikeve dervê wiha dibêjê ‘ Allahu Ekber, mêrê min qetil kirin’ bi vî awayî alîkarîyê dixwaze.”
“Ji ber ku di camîyê de dersa Qur’anê dida wî tehdîd dikirin”
Kaplan axavtina xwe wiha domand: “ Berî niha tu têkilîya min û wî tunebû. Berê pora xwe û riha xwe bi şiklekê eceb dirêj dikir. Morikinan eceb bi serê riha xwe ve dikir. Lê belê zirara wî nedigişt tu kesî. Xwedê Teala berî vê salî û nîvê hîdayet nesîbê wî û xanima wî kir û bi hevdu re dest bi nimêjê kirin. Piştî ku dest bi nimêjê kir bi tememetî hat guharîn. Êdî her tim diçû camîyê û bi cemaet nimêj dikir. Li camîyê ezan dixwedn û muezintî dikir. Li camîyê, dersa Qur’anê dida zarokan. Ji ber vê yekê kesên PKKyî wî gelek caran tehdîd dikirin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.