Ji sazîyên alîkarîya însanî banga "agirbesta mirovî ya lezgîn"
Komîteya Daîmî ya Navbirî (IASC) ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşengiya wê dike û rêxistinên mirovî jî di nav de ne, li Filistîna ku rastî êrîşên dijwar ên îşxalkeran tê, banga "agirbesta însanî ya lezgîn" kir.
ASCê têkildarî êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevahiya gelê Xezzeyê di bin dorpêçê de ye û ji bo pêdiviyên jiyanî bigihêjin van kesan astengî tê kirin û hat gotin ku bombekirina mal, stargeh, nexweşxane û cihên îbadetê yên li herêmê nayê qebûlkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.