Ji teqasa êsîran re rojekî taloq hat avêtin
Hat destnîşankirin ji teqasa êsîran yê ku di navbera rejîma îşxalker a sîyonîst û HAMASê de hatibû îmzekirin re rojekî taloq hatîye avêtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtîya qaşo yê rejîma sîyonîstan ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku ew ê teqasa êsîran berîya roja Înê neyê kirin.
Hat îfadekirin ku ew ê teqas li gorî meddeyên ku hatine qebûlkirin bê kirin.
Serokê Konseya Ewlehîya Neteweyî qaşo yê rejîma sîyonîstan Tzachi Hanegbi weha got, “Serbest hiştin, li gorî orjînala peymana ku di navbera alîgiran de hatîye îmzekirin dest pê bike û ew ê berîya ev înê jî nebe.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.