Karwana Hêvîyê li Êlihê ji bo êtîm û malbatên feqîr kermesek vedike

Karwana Hêvîyê li Êlihê ji bo êtîm û malbatên feqîr kermesek vedike

Karwana Hêvîyê ya ku her sal alîkarîya bi hezaran malbatan dike, ji bo malbatên sêwî û feqîr kermesek li dar dixe. Ji hemû dikandar û xêrxwazan re banga piştgiriyê hat kirin û hat îfadekirin ku ew ê hemû qezenca kermesê ji bo alîkariyê bê bikaranîn.

Hat destnîşankirin ku ew ê kermes 5 roj bidome û wê di kermesê de jî cil û berg, sol, amûrên zicacîyeyê û xwarin hebin.

Serokê Komeleya Êlihê yê Karwana Hêvîyê Nurettîn Teymur destnîşan kir ku ew ê hemû qezencên kermesê ji bo feqîr û mihatacan bê xerckirin, ji ber vê yekê bang li dikandar û xêrxwazan hat kirin ku bila alîkaîryên xwe teqsîr nekin.

Kermes ew ê di 23yê Cotmehê roja Çarşembê bê vekirin û her roj di navbera seat 10.00 û 20.00an de vekirîbe.

“Ji bo kermesê hemû hazirî berdewam dikin”

Teymur destnîşan kir ku karwana hêvîyê hêvîbûna xwe ya ji bo mihtac û bêkesa didomîne, “Karwana Hêvîyê ya li Êlihê wekî her salan ew ê îsal jî di navbera 23-27ê Cotmehê de kermesek tertîp bike. Ewê kermesa me li beşa sergîya Parqa Atatirk a Êlihê bê danîn û wê di navbera 10.00 û 20.00an de vekirîbe. Ji bo kermesê hemû hazirîyên me berdewam dikin. Di navbera van hazirîyan de ew ê xwarin, cil û berg, amûrên sûsê û eşyayên malê hebin. Van alîkarîyên ku bêne kirin ew ê bi destê Karwana Hêvîyê ya Êlihê bêne kirin û ji malbatan re bêne gihiştandin.”

“Li gorî îmkanan em ji hemû kesan dixwazin ku bila destekê bidin kermesa me”

Teymur, bang li dikandar û xêrxwazên Êlihê kir û weha got: "Karwana Hêvîyê 12 mehên salê alîkariya êtîm û malbatên feqîr didomîne. Heke hûn dixwazin bibin şirîkê vê karwanê xêrxwaziyê, em ji we hêvî dikin ku tevkariyê li me bikin. Alîkariyên ku xêrxwazên me kirin ne hindik bûn û ne jî pir bûn. Li ser kar, hinekan bi xemilandî, hinekan bi eşyayên malê difiroşin û em ê dahata ku ji bexşînan tê ji bo xêra malbatên xwe yên sêwî û feqîr bikar bînin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.