Li 23 bajaran operasyona DAÎŞê: 119 binçavî
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 23 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat kirin, di encamê de 119 şikdar hatin binçavkirin.
Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li bajarên; Edene, Enqere, Bolû, Hetay, Stenbol, Kîlîs, Seqerye, Sêwas, Bidlîs, Elezîz, Entab, Îzmîr, Qeyserî, Kirşehîr, Qocelî, Kutehya, Mêrdîn, Nîxde, Ordû, û Samsûnê operasyon hatin lidarxistin.
Yerlîkaya diyar kir ku di encama operasyonan de 119 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.