Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 1053 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Bi mirina 1053 kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 190 hezar û 14 kesî.
Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 31 hezar kes bi coronavîrusê ketin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 31 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 6 milyon û 291 hezar û 776 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1053 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 190 hezar û 14 kesî.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.