Li Brezîlyayê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê mirin derket li ser 134 hezarî
Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê daneyên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de 36 hezar û 820 kes bi Coronavîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 4 milyon û 419 hezar û 83 kesî.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di rojekê de 987 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 134 hezar û 106 kesî.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.