Li Burkîna Fasoyê êrîş li gundekî hat kirin: Herî kêm 100 mirî

Li Burkîna Fasoyê êrîş li gundekî hat kirin: Herî kêm 100 mirî

Di encama êrîşa çekdarî ya ku li Burkîna Fasoyê li gundekî hat kirin de herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dan.

Bûyer li gundê Barsaloghoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên çekdar êrîş birin li ser gundîyan. Di encama êrîşa ku hat kirin de leşker û sîwîl jî di nav de herî kêm 100 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Ewlehîyê yê Burkîna Fasoyê Mahamadou Sana derbarê mijarê de got ku ew bersiv dane êrîşan û ew ê li ser axên xwe wehşîtîyeke wisa qebûl nekin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.