Li Çewlîg'ê ji milyonekî zêdetir kenevîra kok hat bidestxistin
Di operasyonên ku li navçeyên Dara Hênê û Azarpêrt'ê hat kirin de bi tevahî ji mîlyonekî zêdetir kenevîra kok hat bidestxistin.
Di daxuyaniya li ser mijarê ku ji teref Walîtîyê ve hat kirin de hat gotin ku, di operasyona ku li çoltera Dara Henê li nava 10 zevîyan de hat tespîtkirin; yek mîlyon û 45 hezar û 720 nebata kenevîra kok, 7 kîlo û 490 xram esrara kubar û 3 hezar û 740 metre xortima avê hat bidestxistin.
Di daxuyaniya dinê ya ku ji teref Walîtîyê ve hat kirin de hat îfadekirin ku, li 6 cihên cuda yên bestê cobara çoltera navçeya Azarpêrt'ê de jî bi tevahî 426 nebata kenevîra kok hat bidestxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.