Li Çewligê mirovê ku ji zinaran ket xwarê canê xwe ji dest da
Li navçeya Kanî Reşa Çewligê mirovek, ji 30 metre bilindahîyê ket nav zinaran û canê xwe ji dest da.
Li gorî agahîyên ku hatine bidstxistin, li gundê Saxnîsa Kanî Reşê mirovekî, li ser zinaran hingivê zinaran kom dikir û di dema komkirinê de hevsengîya xwe winda kir û ji 30 metre bilindahîyê ket xwarê û canê xwe ji dest da.
Cenaze, ji teref ekîbên cenderme û AFADê ve hat dîtin û hat derxistin, dûre ji bona ku bê otopsîkirin ji Nexweşxaneya Dewlet a Kanî Reşê re hat rakirin.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.