Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 16 milyon û 202 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 16 milyon û 202 hezar û 387 kes bi vîrusê ketin û 648 hezar û 445 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye; Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 4 milyon û 315 hezar û 709 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.