Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 4 milyon û 395 hezar kesan
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 4 milyon û 395 hezar û 161 kes mirin.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 4 milyon û 395 hezar û 161 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 209 milyon û 410 hezar û 439 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 640 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.