Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 4 milyon û 476 hezar kesan
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 4 milyon û 476 hezar û 8 kes mirin.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 4 milyon û 476 hezar û 8 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 214 milyon û 741 hezar û 111 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 649 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.