Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 379 hezar kesan

Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 379 hezar kesan

​​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 379 hezar û 702 kes mirin.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 379 hezar û 702 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 564 milyon û 259 hezar û 862 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser milyonek û 47 hezar kesan.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.