Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 524 hezaran
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 524 hezar û 473 kesan canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 524 hezar û 473 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 66 milyon û 231 hezar û 472 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 285 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.