Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 541 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 541 hezar û 747 kesan canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 541 hezar û 747 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 67 milyon û 393 hezar û 283 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 288 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.