Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 843 hezaran

Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 843 hezaran

​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 843 hezar û 556 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 843 hezar û 556 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 84 milyon û 982 hezar û 875 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 358 hezar kesan.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.