Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 943 hezaran
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 943 hezar û 444 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 943 hezar û 171 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 90 milyon û 693 hezar û 444 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 383 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.