Li Çinarê nêzî 40 donim zeviyên çandiniyê tevî makîneya çinînê şewitîn
Şewata ku danê nîvro li navçeya Çinarê ya Dîyarbekirê dest pê kir, ji aliyê gundîyan ve bi hewldana xwe hat kontrolkirin, lê nêzî 40 dekar zevîya genim a çandiniyê şewitî.
Li Gundê Qurm a navçeya Çinarê di derdora seat 11.30an de di zeviya genim de şewat derket; nêzîkî 40 donim erd bi tevahî şewitîn, her wiha biçereki jî şewitî.
Şewata ku tê texmînkirin ji ber bîçerê derketîye, bi tesîra bayê di demeke kurt de berfireh û bela bûye.
Şewata ku derdorê wî bi kedeke mezin ji teref gundîyan ve hatibû dorpêçkirin, bi zehmetî jî hat vemirandin. Lê belê keda gundiyan a bi salane bû wek xwelîyê.
Hat ragihandin ku gundî ji ber ku ekîbên îtfaiyê piştî ku şewat hat kontrolkirin hatine bertek nîşanî dan û cendirmeyan jî ji bo gelemşe dernekevin tedbîr girtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.