Li Cizîrê Şahiya Muhemmedî
Temsîlkariya Cizîrê ya Platforma Evîndarên Pêxember, bi coş û tevliyeke mezin, bernameya mewlûda wîladeta pîroz li dar xist
Temsîlkariya Cizîrê ya Platforma Evîndarên Pêxember, bi coş û tevliyeke mezin, bernameya mewlûda wîladeta pîroz li dar xist. Nêzî 10 hezar aşiqên hz. Muhemmed beşdarî mewlûdê bûn.
Bernameya mewlûdê li pey Medresa Sor a Melayê Cizîrê hat rastkirin. Her wiha şêx û alim û seydayên herêmê jî, tevlî bernameyê bûn.
Mewlûda pêxember bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi xwendina mewlûda şerîf û gotina îlahiyan dewam kir. Di heyama xwendina mewlûdê de millet hestiyar bû. Hunermend Bîlal Guler û Remzî Esmer aşiqên pêxember coş kir. Di bernameyê de tekbîr û selewat qut nebûn.
Ji alimên herêmê Mela Beşîr Şîmşek, bi kurdî li ser Quran û Sunnetê xeber da. Pey re Grûba Îlahiyan ya qîzan ya Botanê, îlahiyên xwe yên yek ji yekî xweştir gotin. Her wiha ji hunermendên Cizîrê Salîh Gul û Derwîş Madsor jî bi kurdî û tirkî îlahî gotin.
Di bernameyê de, kesên ku di pêşbirka helbestan yên li ser pêxemberê me de derence wergirtibûn, hatin diyarkirin. Bernameya mewlûdê, ji zarê Ebdullah Şanli ve, bi xwendina duayê qediya
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.