Li Colemêrgê TIR û mînîbuseke rêwîyan li hev qelibîn: 4 mirî 5 birîndar
Hat ragihandin li ser Rêbeja Colemêrg û Geverê TIR û mînîbuseke rêwîyan li hev qelibîn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çawa bi qezayê hat hesîn ekîbên tenduristîyê, AFAD û cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.