Li Diyarbekirê di sîteya sanayîyê de teqîn: Jê 5 kes giran 10 birîndar heye

Hat ragihandin li Diyarbekirê ji ber ku di sîteya sanayîyê de tûpê oksîjenê teqîya 10 kes birîndar bûn.

Bûyer di derdora seat 09.20an de li Bloka 6. a 3. Pîşesaziyê pêk hat. Ji ber sedemeke ku nayê zanîn tupê oksîjenê teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 5 jê giran 10 kes birîndar bûne. Piştî nûçeyê hat girtin tîmên tenduristiyê, AFAD, UMKE û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Di dema ku ekîbên cihê bûyerê li ser sedema teqînê lêkolîn dikirin, di kargeha ku teqîn lê pêk hat û dikanên li kêleka wê jî zirar çêbû.

Midûrê Emniyeta Amedê Huseyîn Aşkin ku hat cihê bûyerê, der barê teqînê de agahî da endamên çapemeniyê.

Aşkin got, "Li cihê kargeha me Doguş Torna ya li 3'yemîn Sanayiyê ye teqîna tupê oksîjenê pêk hat. Hat dîtin ku qezayek pêk hatiye. Rewşeke bi guman nîne. Di vê qezayê de 10 welatiyên me birîndar bûn. Hat hînbûn ku rewşa 5 kesan ji wan giran e, me tedbîrên xwe girtine, tedawiyên li nexweşxaneyê dewam dikin."

Ji aliyê din ve Walîtîya Amedê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber teqînê 10 birîndar hene ku 5 ji wan rewşa wan girane.

(ÎLKHA)

https://youtu.be/NiAkn2GYvFU

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.