Li Diyarbekirê pevçûn: 3 mirî 5 birîndar
Di encama pevçûna ku sedema wê hêj nayê zanîn û li navçeya Licêya Diyarbekirê di navbera du malbatan de derket de 3 kes canê xwe ji dest dan û 2 jê giran 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li gundê Serîn û Guçlu yên ku girêdayê Licê ne pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera 2 malbatan nîqaş dest pê kir û piştî demekê nîqaş bû pevçûna çekdarî.
Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 3 kes canê xwe ji dest dan û 2 jê giran 5 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.