Li Dîyarbekirê şerê bi çek: 2 birîndar
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di navbea du malbatên neyar de bi çekan şer derket, di encama şerê de yek jê giran 2 kes birîndar bûn.
Bûyer, li gundê ‘Embara ku girêdayê Bismilêye pêk hat. Li gorî îddîayan, di navbera du malbatên neyar de bi gotinan nîqaş derket, di demeke kurt de jî çek hatin derxistin.
Di encama pevçûnê de R.T. û Y.K. birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Y.K. yê rewşa wî giran e piştî midexeleya ‘ewil a li cihê bûyerê hat rakirin Nexweşxaneya Dewlet ya Bismilê.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.