Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 8 leşker canê xwe ji dest dan
Li bajara Wardaka Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li karwana leşkerî hat kirin.
Di encama êrîşa ku ji teref Talîbanê ve hat lidarxistin de 8 leşkerên ji artêşa Efxanistanê canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 9 leşker jî birîndar bûn.
Talîban bi daxuyanîya ku belav kir êrîşê girt li ser xwe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.