Li Efxanistanê teqîn: 3 polês hatin kuştin
Di encama êrîşa bombeyî ya ku li parêzgeha Paktîayê li rojhilata Efxanistanê ye hat kirin de 3 polês canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi wesayîta bombebarkirî êrîş li xala polêsan hat kirin. Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 3 jê polês, 2 jê êrîşkar tevde 6 kes mirin û 5 polês jî birîndar bûn.
Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.