Li Êlihê di navbera xizmên xwe de şerê çekdarî: 3 mirî 4 birîndar
Li gundê Girbereşk (Îkiztepe) yê Êlihê di şerê çekdarî yê di navbera xizmên nêzîk de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Bûyer danê sibehê li gundê Girbereşk pêk hat.
Li gor agahiyên ku ji şahidan hatin hildan, di navbera gundiyên ku hat diyarkirin birayên hev in, ji ber pirsgirêka ‘erda nîqaş derket.
Sadik A. (65) ê ku di şerê çekdarî yê piştî mezinbûna nîqaşê de bi giranî birîndar bû û birayê wî Sîdik A. (55) û kurê Sadik A., Şîrîn A. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku di bûyerê de 4 kesên din jî birîndar bûne û tedawiya wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê dewam dike.
Piştî bûyerê hejmarek zêde ekîbên cendirme sewqî gund hatin kirin û polêsan li derdora nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.