Li Enqereyê di kana komirê de hilweşîn: 15 birîndar
Li navçeya Beypazariya Enqereyê di kana komirê de hilweşîn pêk hat, di encamê de 15 karker birîndar bûn.
Waliyê Enqereyê Vasip Şahin di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî da weha got. “15 karkerên madenê yên ku li herêma ewle dixebitin ji ber zexta hewayê ya ku ji ber axê di kana komirê ya 'K' a li Hîrkatepeya Navçeya Beypazariyê de hilweşiya bi sivikî birîndar bûn. Sê xebatkarên me li nexweşxaneyê di bin çavan de ne.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.