Li Erziromê dibistan hatin tetîlkirin, li Kastamonûyê rêyên gundan hatin girtin
Li Erziromê ji ber barîna berfa zêde ji perwerdehîyê re navber hat dayîn, li cîhên bilind ê Kastamonûyê jî berfek gur barîya û rêyên gundan hatin girtin.
Derheqê bûyerê de ji teref Walîtîya Erziromê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku dibistanên Aşqale û Pasîna Jêr ji perwerdehîya çûn û hatinê re, li Qerayazî, Narman û Tortimê ji perwerdehîyê re, ji gundê Koprukoyê ji perwerdehîyua çûn û hatinê re, li çat û Tatosê jî ji perwerdehîyê re rojekî navber hat dayîn.
Ji teref Îdareya Taybet a Bajara Kastamonûyê jî hat daxuyandin ku ekîbên midûrtîyê ji bo vekirina rêyên gundan dest bi xebatê kirine û cîh bi cîh bilindahîya berfê gihaştîye 15 cmî. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.