Li Fransayê di rojekê de bi 2 hezar û 669 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin
Li Fransaya ku lê hejmera pêketîyên Coronavîrusê kêm bûbû doh cardin zêde bû û di rojekê de bi 2 hezar û 669 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Fransayê ve daxunîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 18 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 30 hezar û 388 kesî û 2 hezar û 669 kes jî bi vîrusê ketin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.