Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 63 hezaran
Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Tenduristîyê ya Gel a Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 2 hezar û 960 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 2 milyon û 562 hezar û 646 kesan.
Tê diyarkirin di 24 seatên dawî de 364 kesên din jî ji ber vîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 63 hezar û 109 kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.