Li Fransayê xwepêşan û çalakîyên li dijî pêşnûmaya ewlehîyê berdewam dikin
Kolektîfa “Ji Pêşnûmaya Ewlehîya Giştî re Naxêr” a ku ji sendîqa, sazîyên çapemenîyê û rêxistinên mafên însanan pêk tê banga berdewamkirin xwepêşanan li gelê Fransayê re kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hat kişandin li ser xwepêşanên ku tên lidarxistin û hat destnîşankirin ji ber ku doh li 90 bajarî li dijî vê pêşnûmaya ewlehîyê xwepêşan û çalakî hatine lidarxistin ew kêfxweş in.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, kolektîf ji Macron daxwaza hevdîtinê kiribû û Macron vê yekê qebûl nekir.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn di dema berdewamkirina xwepêşan û çalakîyan de daxuyanîyek belav kir. Darmanîn di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de 95 kes hatin binçavkirin û 67 polês jî birîndar bûn.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.