Li Hatayê otobusa rêwîyan qulibî: 40 birîndar
Li navçeya Dortyola Hatayê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezayê de 40 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir.
Di encama qezayê de 3 jê giran tevde 40 kes birîndar bûn.Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.