Li Herêma Kurdistanê 15 kesê din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 1078 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 15 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 2226 kesî; her wisa bi pêketina 1078 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 64 hezar û 823 kesî.(ÎLKHA)
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.