Li Herêma Kurdistanê 20 kesê din ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Saman Berzîncîyê Wezîrê Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 5 hezar û 311 test hatin kirin ku di encama van testan de bi 573 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 20 kesê din ji ber vîrusê mirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.