Li Hewlêrê di otelekê de şewat derket: 40 kesên ku mahsûr mabûn hatin rizgarkirin
Hat ragihandin doh êvarî li Hewlêra paytexa Kurdistana Iraqê di otelekê de şewat derket.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewata ku derket bi tesîra bayê di demeke kurt geş û zêde bû ku ji ber şewatê de 40 kes di otelê de mahsûr man.
Di encama xebatên tefandin û rizgarkirinê de şewat hat tefandin û 40 kesên ku mahsûr mabûn hatin xelaskirin.
Sedema derketina şewatê hêj nayê zanîn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.