Li Hindistanê di 24 seatên dawî de 202 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Hindistanê 202 kes ji ber Coronavîrusê mirin û zêdetirî 15 hezar kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 202 kes ji ber Coronavîrê mirin û 15 hezar û 968 kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 10 milyon û 495 hezaran û yên mirî jî derket li ser 151 hezar kesî.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.