Li Hindistanê di 24 seatên dawî de 286 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Hindistanê 286 kes ji ber Coronavîrusê mirin û zêdetirî 20 hezar kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 286 kes ji ber Coronavîrê mirin û 20 hezar û 550 kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 10 milyon û 250 hezaran û yên mirî jî derket nêzî 150 hezar kesî.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.