Li Hindistanê di 24 seatên dawî de 299 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Hindistanê 299 kes ji ber Coronavîrusê mirin û zêdetirî 20 hezar kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 299 kes ji ber Coronavîrê mirin û 21 hezar û 821 kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 10 milyon û 267 hezaran û yên mirî jî derket nêzî 149 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.