Li Hindistanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin gihaşt nêzî 431 hezaran
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Hindistanê 585 kes ji ber Coronavîrusê mirin.
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hatine belavkirin, di encama testên ku hatin kirin de bi 40 hezar û 120 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin û 585 kes jî mirin.
Bi van daneyên dawî yên ku hatine belavkirin hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin gihaşt nêzî 431 hezaran û yên pêketîyan jî derket 32 milyon û 117 hezar û 826 kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.