Li Îngîlterê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 407 kes mirin
Di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 407 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 75 hezar û 431 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 407 kes mirin û 58 hezar û 794 kes jî bir vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 2 milyon û 713 hezar û 865an.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.